Haydar Şahin
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku operasyona ji DEAŞê xilaskirina navenda Hewîceya navçeya Kerkûkê dan destpêkirin.
Korgeneral Ebdilemir Yarullahê Berpirsyarê Operasyonên Hewîceyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got, "Artêş, polêsên federal, hêzên çalak û hêzên Heşdî Şebiyêji bo ku navenda Hewîceyê Riyad û gundên li ser Riyadê xilas bikin operasyona berfireh dan destpêkirin."
Heyder Ebadiyê Serkwezîrê Iraqê di daxuyaniya xwe ya 29ê îlonê da gotibû "Gava duduyan a xilaskirina Hewîceyê dane destpêkirin".