Abdullah Tel
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Rêveberiya DYAyê ji ber mirina Celal Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê berê serxweşî da xelqê Iraqê û malbata Talabanî.
Berdevkiya Çapemeniyê ya Qesra Spî der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da wiha hat gotin: "DYA ji ber mirina Serokomarê Iraqê yê Berê Celal Talabanî ji dil serxweşiyê dide. Em Talabaniyê ku di pêvajoya ji despotiya Sedam Huseyîn ber bi demokrasiya makezagonî ya îro da gelek tiştên bi kêr kirine wekî welatparêzekî û şirîkekî baş bi bîr tînin. Em di vê roja şînê ya bi êş û jan da li cem malbata Talabanî û xelqê Iraqê ne."
Talabaniyê ku 84 salî bû li Iraqê du heyaman Serokomarî kiribû duh li Almanyayê li nexweşxaneya dihat dermankirin wefat kir.