ENBAR
Li Enbara bajarê Iraqê şerê di nav bera Hêzên Ewlehiyê û DÎŞIyê de her ku diçe zêde dibe.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan ji ber ku milîtanên DÎŞIyê danê sibê êrîşî navenda navçeya Ramadiyê kir pevçûn derket.
Hat ragihandin ku pevçûnên di navbera DÎŞI û hêzên ewlehiyê de hê jî didomin û li ser avahiyên kamûyê êrîşên hewanê tên kirin.
Di êrîşên hewanê de Baregeha Lîwaya 8an û Hêzên Operasyona Enbarê, Avahiya Şaxa Tekoşîna dijî Terorê û Qesra Dadê ya Ramadiyeyê, zirareke mezin dîtin.
Ji hêla din ve Serokê Meclisa Bajêr a Enbarê Sabah Kerhût, ragihandibû ku ji roja înê pê ve heta fermana duyemîn derketina derve hat qedexekirin.
Piştî ku komên çekdar ên di serkêşiya DÎŞIyê de di serî de Mûsil û hin herêm dagir kirin, di navbeyna DÎŞI û hêzên ewlehiyê de pevçûn derketin û didomin. Ev demek e koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê de êrîşên hewayî dibe ser kozikên DÎŞIyê.