14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê di şerê dijî DEAŞa rêxistina terorê de 12 sivîl mirin.
Fermandarê Arteşa Iraqê Albay Ebdulmelîk Huseyîn el-Meşhedanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di êrîşa firokeyên şer yên ku girêdeyî hêzên koalîsyonê yên hewayî li taxa El Erebê 3 mal ji xwe re kirin hedef û 5 caran êrîş kirin. Di êrîşan de 12 sivî mirin 18 kes jî birîndar bûn. Di êrîşê de 8 wesayîtan jî zirar dît"
Ji hêzên koalîsyonê yên navneteweyî hê tu daxuyanî nehat dayîn.