Xizmên pêşmergeyên ku di destê DAEŞê de ne û DAEŞê eşkere kir ku dê di 21ê adarê de wan bikuje dan zanîn ji bo ku der barê aqûbeta xizmên wan de agahî bidin 24 saet wext dan rayedarên hikûmetê.
Malbat li Kurdistana taxa Kerkûkê hatin bal hev. Malbatan got DAEŞ ji ber dibe ku di Cejna Newrozê de pêşmergeyên ku di destê wan de ye bişewitîne û wan bikuje, ditirsin.
Şêx Îrfanê ku kurê wî dîlgirtî ye li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir dixwazin ku der barê zarên xwe de agahiyên rasteqîn û yên ku dilê mirov rehet dikin bistînin. Şêx Îrfan got "Heke der barê aqûbeta zarên me de agahiyên rastîn nedin me em dê çalakiyên ku nayên hişê mirov li dar bixin."
Îrfan ragihand ku milîtanên DAEŞê ji ser malperan vîdeoyan diweşînin û dibêjin ku em de pêşmergeyan di Newrozê de bikujin. Îrfan bal kişand ku ji newrozê re zêde wext nema û wiha axivî: "Em dixwazin ku aqûbeta zarên xwe hîn bibin."
Îrfan qal kir ku ji bo 17 pêşmergeyên dîl tu der nema ku serî lê nedan û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mixabin ku tu kesî agahî nedan me ka zarên me li kû ne, di çi rewşê de ne û der barê aqûbeta wan de tu agahî nedan me, tu teşebûsên wan jî çênebûn. Ji ber vê yekê em 24 saet wext didin hikûmeta Kurdistanê û rayedarên Kerkûkê. Heke der barê aqûbeta zarên me de agahiyên rastîn nedin me em dê çalakiyên ku nayên hişê mirov li dar bixin."
Xizma pêşmergeyekî din Bedîa Soranê jî diyar kir ku ev ji 50 rojin ku hemû endamên malbatê perîşan in û wiha axivî: "Ne şev ne jî roja me ma. Em nizanin ku dê der barê rewşa xizmên xwe de ji kî xeberek bistînin. Birazîyê min hêj nû dergistî bibû û dê nêz de bizewice. Me amadehiya şahiyê dikir lê em niha şînê digirin."
Di 30yê kanûna paşîn a borî de di pevçûnên ku li herêma Mekteb Xalida ku dikeve başûrê Kerkûkê, derketin de DAEŞê 17 pêşmergeyan dîl girtibûn. Milîtanan pêşmergeyên hêsîr xistibûn nav qefesan û li kolanên Hawîceyê gerandibûn. Milîtanan eşkere kiribûn ku dê di 21ê adarê de hemû pêşmergeyên hêsîr bişewitînin.