Haydar Şahin
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Zahid Hafiz Çavdriyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Pakistanê diyar kir ku yekîneyên Hindistanê di 3 hefteyan da herî kêm 18 Keşmîrî kuştin û ji 40î zêdetir kes jî birîndar kirin.
Çavdrî daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku di çend rojên dawîn da yekîneyên Hindistanê li Camû Keşmîrê 5 ciwanên bêguhen kuştin.
Çavdrî diyar kir ku ji serê cotmehê hetanî 21ê mehê hêzên ewlekariya Hindistanê 18 sivîlên ji Keşmîrê kuştin, ji 40î zêdetir kes jî birîndar kirin.
Wekî mayîn Çavdrî bal kişand ser fikarên Michelle Bacheleta Komîsera Bilind a Mafên Mirovan ya Neteweyên yekbûyî (NY) yên ji ber astengên dan ser saziyên civaka sivîl ên li Hindistanê û derdestkirina çalakvanan.
Michelle Bacheletê di daxuyaniya nivîskî ya 20ê cotmehê da diyar kir ku ji ber guherîna "Qanûna Welatîbûnê" ya Mislimanan li derva dihêle bi taybetî ji serê salê vir da çalakvanan û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên mezin li dar xistin, piştî van çalakiyan tundî zêde bû ji ber protestoyan ji 1500î zêdetir kes hatin derdestkirin.