ERBÎL
Partiyên Îslamî yên li Herêma Kurdistana Federal a Iraqê komkujiya li Misrê şermezar kirin û ji Reveberîya Kurdistanê û ya Bexdayê jî xwestin ku bûyeran şermezar bikin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê Salah Babekr, daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku partiya wî bûyerên li Misrê weke "qetliyam"ê bi nav dike û da zanîn ku vê qetliyamê şermezar dikin.
Babekr got ku ez hêvîdar im ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê jî bûyeran bi awayekî fermî şermezar bike û wiha dewam kir: "Divê berpirsyarên ev sûca ku li hemberî mirovatiyê tê kirin, teqez teslîmî edaleta navneteweyî bên kirin.
Berdevkê Partiya Tevgera Îslamî Şivan Kaladzehî jî îdia kir ku yên li Misrê diqewimin komployeke mezin e û dewletên Ereban jî di nav vê komployê de ne. Kaladzehî dest nîşan kir ku ji bo artêşê tu girîngiya îradeya hilbijartinê ya gelê Misrê tuneye û bi ser de jî dewletên li derdorê artêşê teşwîq dikin ku rêveberiya xwe xurttir bike.
Kaldezhî bang li Rêveberiya Kurdistanê û Bexdayê kir ku vê qetliyamê şermezar bikin û got em ê ji bo şermezarkirina vê qetliyamê eniyeke jî partîyên îslamî pêk tê, ava bikin.