ERBÎL
Partiyên kurdan ên Sûriyeyê ji bo ku bi hev re beşdarî Konferansa Cenevre-2yê bibin ji hefteyekê zêdetir e li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqa Fedral (HKIF) civînan li dar dixin. Piştî van civînan partiyên kurdan ên Sûriyeyê li ser 3 mijaran li hev kirin. Li gor biryarên ku hatin girtin dê partiyên kurdan ên Sûriyeyê bi heyetekê beşdarî Cenevre-2yê bibin. Deriyên sînor ên di navbera Iraq û Sûriyeyê de dê vekirî bimînin. Dê komîteyeke çavdêriyê ya ku ji 11 kesan pêk tê bê avakirin.
Partiyên kurdan ên Sûriyeyê piştî civînan li Otêla Internatîonalê daxuyaniya çapemeniyê dan. Meclisa Gel a Rojavayê û Meclisa Neteweyî ya Kurd daxuyanî eşkere kir. Serokê Meclisa Gel a Rojavayê Ebdulsamed Ehmed destnîşan kir ku dê di Konferansa Cenevre-2yê de pêşeroja Sûriyeyê bi berfirehî bê nirxandin, ji ber vê jî girîng e ku kurd jî wekî heyetekê beşdarî konferansê bibin.
Ehmed diyar kir ku kurd di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de aliyê sêyem in û kurdên Sûriyeyê bi fedekarî xwe îspat kirine û wiha got: "Heke li Konferansa Cenevre-2yê meseleya kurdan neyê rojevê dê konferans kêm bimîne. Baweriya me ew e ku şoreşa li Sûriyeyê bi aştiyê biqede. Em li herêma xwe bi kurd, ereb û sûryaniyan re dijîn. Ji bo ku em di nav aştiyê de bijîn me pir zehmetî kişand. Ez hêvî dikim ku wekî meclisên kurdan biryarên me yên îro jî ji vê re xizmetê bikin."
Ehmed destnîşan kir ku heke kurd, ereb û sûryanî bi hev re tevbigerin dê bi ser kevin û ji bo vê jî Konseya Bilind a Kurd ava kirine û ev mînakeke baş e.
Ehmed destnîşan kir ku dê Deriyê Sînor ê Sêmalkê û Deriyên Sînor ên Pêşxabûr ku li aliyê HKIFê ne dê vekirî bimînin û wiha got: "Deriyên sînor ne mijarên siyasetê ne. Divê sînor tim vekirî bimîne. Gelê me bila bi rihetî were û biçe. Em tev yek in û bi hev re ne."
Ebdulselam Ehmed diyar kir ku li herêmên kurdan ji bo ku têkilî baş bimeşin dê komîteyeke çavdêriyê ava bikin û wiha axivî: "Piştî hevdîtinên heyetan re em ê komîteyeke ku ji 11 kesan pêk tê ava bikin. Ev komîte dê di mijarên deriyên sînor û alîkariyên mirovahiyê de çavdêriyê bike û van çavdêriyên xwe dê bê teref bînin ziman."
Endamê Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê Tahir Sifûk jî gotinên Ehmed parve kir û wiha got: "Me biryar da ku bi mixalefeta Sûriyeyê re beşdarî konferansê bibin. Heke ew nexwazim em ê jî li ser navê kurdan beşdar bibin. Heke kurd wekî heyetekê beşdar bibin dê baş bibe, lewra em ê pirsgirêkên xwe bînin ziman. Ev konferans ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e.
Nûnerên partiyên kurdan ên Sûriyeyê di civîna çapemeniyê de ji bo ku di navbera PYD û partiyên din de navbeyntî kirine ji Serokê HKIFê Mesûd Barzanî û Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemir re sipas kirin.
Nûnerên partiyan ji 17ê çileya paşîn a 2013an vir ve li bajarê Hewlêrê ya HKIFê civînan li dar dixin. Civîna yekem bi beşdarbûna Barzanî, Zana û Baydemir pêk hatibû.