CENEVRE
Lîsteya saziyên navneteweyî û welatên ku dê beşdarî Konferansa Cenevre-2yê ya ku mijara wê Sûriye ye, hat eşkerekirin. Piştî eşkerekirinê helwesta welatên beşdarvan yên di mijara Sûriyeyê de tê meraqkirin.
Piştî ku hat ragihandin ku dê pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya NYyê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Yekîtiya Ereban, Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî (RHÎ), Cezayîr, Brezîlya, Kanada, Danîmarka, Misir, Almanya, Hindistan, Endonezya, Iraq, Îtalya, Japonya, Urdun, Kuweyt, Libnan, Fas, Norwêc, Ûmman, Qatar, Erebistana Siûdî, Afrîkaya Başûr, Spanya, Swîsre, Swêd, Tirkiye û Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî dê beşdarî konferansê bibin, alî jî hêdî hêdî diyar dibin.
Heke mirov beriya Konferansa Cenevre-2yê nirxandineke giştî bike û li helwesta sê saziyên navneteweyî û 31 welatan ya der barê dahatûya siyasî ya Sûriyeyê û di mijara Serokê Dewleta Sûriyeyê de binêre, tê payîn ku Yekîtiya Ereban, RHÎ, YE û 23 welatên ku dê beşdarî konferansê bibin dijî Esed derkevin û bixwazin ku li welêt guherîna siyasî çêbe.
Ji aliyê din ve tê payîn ku her du endamên Konseya Ewlehiyê ya NYyê Rûsya û Çîn û Libnan piştgiriya xwe ya ji bo Esed dê berdewam bikin, helwesta pênc welatên ku dê beşdarî konferansê bibin jî hêj nediyar e.
- Yekîtiya Ereban
Yekîtiya Ereban piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kir endamtiya vî welatî dabû rawestandin û helwesta xwe nîşan dabû. Pişt re Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif yên Sûriyeyê (KHŞMS) nas kiribû û bi vî awayî helwesta xwe eşkere kiribû.
Ji bo vê yekê beriya Konferansa Cenevre-2yê helwesta Yekîtiya Ereban ya der barê hikûmeta Sûriyeyê û mijara Esed de diyar e.
Ji nav 30 welatên ku dê beşdarî konferansê bibin Cezayîr, Iraq û Libnan, li ser biryara rawestandina endamtiya Sûriyeyê neyînî deng dabûn. Helwesta van welatan ya li konferansê jî tê meraqkirin.
- RHI
Ji ber şîdeta ku hikûmeta Sûriyeyê li ser gelê sivîl dike, RHIyê endamtiya vî welatî di sala 2012an de rawestandibû.
Ji ber vê yekê beriya konferansê helwesta RHIyê jî ya der barê hikûmeta Sûriyeyê û mijara Esed de diyar e.
Îran li dijî biryara rawestandina endamtiyê derketibû. Hêj tam diyar nîne ka dê Îran beşdarî Konferansa Cenevre-2yê bibe an na.
Sekreterê Giştî yê RHIyê Ekmeleddîn Îhsanoglû jî berê gotibû ka divê li Sûriyeyê guherîneke siyasî çêbe.
- YE
YEyê di gulana 2013an de ambargoya çekan a li ser muxalifên Sûriyeyê rakiribû. Vê yekê jî aliyê polîtîkaya giştî ya YEyê diyar kir.
- DYA
DYA di nav welatên ku dixwazin mudaxaleyeke leşkerî li ser Sûriyê bê kirin û Esed bê hilweşandin de sêrî dikşîne.
Hin nêrînên ku dibêjin heke ji ber sedemên budçeyê li welêt pêvajoya girtina hikûmetê çênabûya dê Serokê DYAyê Barack Obama, di Kongreyê de ji bo dengdayîna mudaxeleya leşkerî, xwe ji bo pêşkeşkirina Sûriyê amade dikir, hene.
Bi nêrîna Sûriyê ya ku dibêje "Em çekên kîmyewî tune bikin. Hewceyê mudaxaleyekê leşkerî nake." DYA hat qanîkirin.
Di Zîrveya G-20î ya ku li Rûsyayê hat lidarxistin de DYAyê piştgiriya hin welatan bi dest xist, lê nêrînên cuda wekî Konseya Ewlehiyê ya NYyê li vir jî derketin. Di mijara Sûriyê de dîsa lihevkirin çênebû.
Ji aliyê din ve DYA wisa xuya dike ku ji mirina gelê bêguneh û li welêt bikaranîna çekên kimyewî bêtir aciz e ku Çîn û Rûsya serdestiya bazara çekan dixin destê xwe.
- Rûsya
Rûsya piştgirê herî mezin ê Esed e û serê wan welat e ku hewceyiya Esed ya çekan pêk tînin û biryarên dijî Sûriyeyê yên ku dibin li Konseya Ewlehiyê ya NYyê bê girtin berteraf dikin.
Rûsyayê piştî ku hat îspatkirin ku li Sûriyeyê çekên kimyewî hatine bikaranîn jî helwesta xwe qet neguherand û di mijara Sûriyeyê de helwesta xwe nîşan da.
Wisa xuya dike ku Rûsyayê fikra mudaxeleya leşkerî ber bi qanîkirina Esed ya ji bo tunekirina çekên kimyewî yên li welêt, kişand û ji fikra mudaxeleya leşkerî dûr xist.
- Îngilistan
Îngilistan jî yek ji wan welatan e ku li dijî rejîma Sûriyeyê derdikeve. Serokwezîr Davîd Cameron her çiqas ji parlementoya xwe ji bo mudaxeleya leşkerî ya li ser Sûriyê piştgirî negirtibe jî hem bi helwesta xwe ya li NYyê hem jî li welêt helwesta li dijî Esed xwe diyar dike.
- Çîn
Çîn di Konseya Ewlehiyê ya NYyê de di mijara Sûriyeyê de wekî Rûsyayê difikire û di heman rêyê de ye û biryaran berteraf dike.
Çîn jî wekî Rûsyayê çekên ku li Sûriyê di şerê navxweyî de tên bikaranîn peyda dike. Ji ber vê yekê Çîn dixwaze ku Esed li Sûriyê bimîne.
- Fransa
Fransa jî yek ji wan welatan e ku di Konseya Ewlehiyê ya NYyê de hewl da ku biryara mueyyideyê derkeve.
Her wiha Fransa yek ji wan welaten e ku diyar dike ku li hember Sûriyê divê hêz bê bikaranîn û rejîma Esed bê hilweşandin.
Fransayê di Zîrveya G-20î de jî daxuyaniya ku digot bila li ser Sûriyeyê mudaxeleyeke tund bê kirin îmze kiribû.
- Almanya
Almanya piştgiriyê nade ku li ser Sûriyeyê mudaxeleyeke leşkerî bê kirin. Ji aliyê din ve bal dikşîne ser ku bikaranîna çekên kimyewî ya bi destê Esed divê di camieya navneteweyî de bê cezakirin.
Almanya di nav endamên daîmî yên NYyê de cî nagire lê di nav YEyê de hêzeke diyarker e û naxwaze ku Esed li ciyê xwe bimîne.
- Tirkiye
Helwesta Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de diyar e. Tirkiye dixwaze ku Esed biçe û piştgiriyê dide muxalifên li welêt.
Tirkiye diyar dike ku li welêt ji bo avakirina aştiyê mudaxeleya leşkerî jî di nav de dikarin her rêyê biceribînin û piştî bikaranîna çekên kimyewî gelek caran hişyarî da civaka navneteweyî ku di mijara bikaranîna çekên kimyewî de bersiveke cidî bidin hikûmeta Sûriyeyê.
Tirkiye di mijara Sûriyeyê de bi DYAyê re heman şêwazê bi kar tîne û di Zirveya G-20î de jî ji bo ku bertekeke mezin nîşanê Sûriyê bidin piştgirî da DYAyê.
Ji aliyê din ve ji nîv milyonî zêdetir penaberên Sûriyeyê, xwe spartin Tirkiyeyê.
- Erebistana Siûdî
Erebistana Siûdî di dîroka xwe de bi birêvebiriya Esed re têkiliyen baş daneniye û di serê welatên ku dixwazin Esed biçe de tê.
Erebistana Siûdî di Yekîtiya Ereban de jî bandordar e û di Zîrveya G-20î de wekî DYA û Tirkiyeyê xwest ku bertekeke mezin nîşanê Sûriyeyê bidin.
- Libnan
Libnan di serê wan welatên ku penaberên suriyeyî xwe dispêrin wir de tê.
Li welêt di navbera piştgirên Esed û dijberên wî de pevçûn hene. Ji ber vê yekê ji dema ku li Sûriyê bûyer mezin bûn heta niha li Libnanê jî aloziyên navxweyî berdewam dikin.
Hizbûllah li Libnanê piştgirê herî mezin ê Sûriyê û Esed e.
Dibe ku Libnan li Cenevreyê bi Çîn û Rûsyayê re tevbigere.
- Qatar
Yek ji welatên ku piştgiriyê dide fikra DYAyê ya mudaxeleya leşkerî Qatar e û piştgiriyê dide muxalifên li Sûriyeyê.
Qatar yek ji wan welatan e ku di mijara bikaranîna çekên kimyewî de şêwazeke tûj bi kar anî û dibêje ku divê Esed biçe.
- Urdun
Li Urdunê jî ji nîv milyonî zêdetir penaberên sûriyeyî hene û Urdun jî ji bo mudaxeleyeke sînorkirî dibêje "belê".
Urdun dixwaze ku Esed biçe.
- Misir
Birêvebriya Misrê ya ku bi derbeyê hat, piştgiriyê nade tu mudaxeleyên leşkerî yên li ser Sûriyeyê.
Yekemîn Serokomarê hilbijartî yê Misrê Mihemed Mûrsî jî di mijara Sûriyeyê de helwesteke diyar nîşan dabû û têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re birîbû.
Dibe ku Misra ku têkiliyên wê ya bi DYAyê re baş in, di biryarên ku dê di hevdîtinên Cenevre-2yê de bên girtin li aliyê DYAyê cî bigire.
- Swîsre
Hevdîtinên ku dê Konseya Mafên Mirovan ya NYyê jî li wir amade be, dê li Swisreyê bên kirin û Swîsre wisa bawer dike ku ji ber sûcên mirovahiyê yên ku Esed kirin, çareseriyeke siyasî hewce dike. Swîsre jî dixwaze ku Esed biçe û ji zû de aliyê xwe diyar kiriye.
- Swed
Li Swedê ji 14 hezaran jor penaberên sûriyeyî hene û piştî Tirkiyeyê li Ewropayê herî zêde penebarên sûriyeyî li Swêdê hene. Swêd ji vê yekê û koça ku her dem çêdibe aciz e. Swêd li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî dixwaze û wisa bawer e ku heta Esed neçe ev yek jî çênabe.
Swêd di hevdîtinên Cenevre-2yê de ji bo ku li Sûriyeyê guherîna siyasî çêbe dê hêza xwe bi kar bîne.
- Kanada
Kanada jî wekî DYAyê difikire û li gor cîranê xwe hinekî nermtir e û polîtîkayeke ku piştgiriyê dide çareseriya siyasî dike.
- Japonya
Japonya jî di mijara Sûriyeyê de wekî DYAyê difikire û piştgiriyê didê ku li welêt guherîn çêbe.
Japonya dixwaze ku li ser hikûmeta Sûriyeyê mueyyîde bên kirin û helwesta wê ya li Cenevreyê jî diyar e.
- Qûweyt
Qûweyt li Sûriyeyê piştgiriyê dide muxalifan û arîkariyên xwe yên mirovî yên ji bo penaberan berdewam dike û di konferansê de dê dijîtiya hikûmeta Sûriyeyê bike.
Têkiliyên Qûweytê yê bi birêvebiriya Esed re hema bêje nemane û Qûweyt li Sûriyeyê guherîneke siyasî dixwaze.
- Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî
Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî (MEY) jî di mijara Sûriyeyê de dixwaze ku mueyyîdeyê li ser hikûmetê bikin. MEY yek ji wan welatan e ku piştî bikaranîna çekên kimyewî şêwazeke tûj bi kar anî.
- Danîmarqa
Danîmarqa jî yek ji wan welatan e ku piştî bikaranîna çekên kimyewî şêwazeke tûj bi kar anî. Danîmarqa plan dike ku ji bo tunekirina çekên kimyewî yên Sûriyeyê keştiyekê bişîne û dema ku mudaxeleya leşkerî cara ewil hat rojevê jî piştgirî da vê fikrê.
- Îtalya
Îtalya dijî fikra mudaxeleya li ser Sûriyeyê ye û ji aliyê din ve jî naxwaze ku Esed li ser birêvebiriyê bimîne. Îtalya dixwaze ku Îranê jî vexwînin hevdîtinan û tê payîn ku Îtalya di hevdîtinên Konferansa Cenevre-2yê de polîtîkayake li dijî YEyê nemeşîne.
- Spanya
Spanya li dijî mudaxeleya leşkerî ya li ser Sûriyeyê ye û ji aliyê din ve dixwaze ku çekan belavî muxalifên li welêt bikin. Spanya di konferansê de dê piştgiriyê bide muxalifan.
Tê payîn ku Spanya di konferansê de helwesteke li dijî Esed nîşan bide.
- Norwec
Norwec jî yek ji wan welatan e ku piştî bikaranîna çekên kimyewî şêwazeke tûj bi kar anî.
Norwec plan dike ku ji bo tunekirina çekên kimyewî yên Sûriyeyê keştiyekê bişîne û tê payîn ku di hevdîtinan de polîtikayeke li dijî Esed bike.
Tê payîn ku Ûmman, Fas û Endonezyaya ku dê beşdarî Konferansa Cenevre-2 yê bibin û di hevdîtinan de li dijî Esed derkevin.
- Iraq
Iraq yek ji wan welatan e ku aloziyên li Sûriyeyê herî zêde bandor li ser kir, pevçûnên mezhebî yên li herêmê ji ber bêîstiqrariyê zêde bûn.
Iraq mudaxeleyeke leşkerî naxwaze lê dixwaze ku çareseriyeke siyasî ji pirsgirêkê re bibînin. Iraq di hin mijaran de bi Îranê re hevpar tevgeriyabû û piştgirî nedabû tu aliyî û ji ber vê yekê helwesteke diyar nîşan nedabû.
Tê payîn ku Iraq di hevdîtinên Cenevre-2yê de jî piştgiriyê nede tu aliyî.
Ji bilî Iraqê Brezîlya, Cezayîr, Hindistan û Afrîkaya Başûr ji wan welatan in ku naxwazin helwesteke li dijî hikûmeta Sûriyeyê bigirin û dixwazin ku bêalî bimînin.
news_share_descriptionsubscription_contact
