HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat gotin biryara kolandina çalan ên li ser sînorê Sûriyeyê di asta hikûmetê de hat girtin û bi dewamî wiha hat gotin: "Ewlehiya Herêma Kurdîstanê û ya welatiyên wê xeta sor e û li dijî erîşan divê bê parastin."
Di daxuyaniyê de hat gotin siyaseta ku PYD li Sûriyeyê dimeşîne ji bo gelê herêmê bû pirsgirêkekê cidî û daxuyaniyê xwe wiha domand:
"PYDyî bi piştgiriya dijmininên kurdan ve li hemberî partiya me gelek îdiayên bêbingeh davêjin holê. Bi vî hawî dixwazin ku li ser siyaseta xwe ya ku li Rojava têk çû binûximînin. Gelê me yê Rojavayê dîl girtine. Li Kurdistanê li pêşiya geşedana Doza Kurdî bûn asteng. Yekitiya Kurdistanê binpê kirin. Peyman xerab kirin û li gel dijminên me yekîtî danîn."
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo çûn û hatina mirovan Deriyên Sînor ên Pêşxabûr û Semalkayê vekirî ne.