Haydar Şahin
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ADANA
Li Edeneyê ji 3 şikbarên tê îdiakirin ku bi hinceta barkişandinê hemalekî ji Sûriyeyê birine avahiyeke vala û pereyê wî xesp kirine, 2 kes hatin girtin û cezayê hepsa malê dan yê din.
Raîd Karkûkiyê (34) ji Sûriyeyê got ku li Kolana Emînaxayê ya li Seyhanê bi destê kesên nas nake hatiye xespkirin û ji welatiyan alîkarî xwest.
Li ser îxbarê polêsa hatin dewsa bûyerê.
Karkûkî ji ekîban ra got ku 3 kesan bi hincata malbarkirinê ew birine avahiyeke vala û li vê derê bi cîhaza elektroşokê va ew tehdîd kirine û 239 lire pereyê li ser wî jê sitandine.
Ekîbên Amirtiya Buroya Xespê ya Midûriyeta Şaxa Esayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li gor agahî û terîfan R.Ş. (28), Y.A. (24) û Y.Y. (21) derdest kirin.
Piştî karûbarên li ewlekariyê şikbar sewqî dadgehê kirin. Dadgehê ji bo R.Ş. û Y.A. biryara girtinê, ji bo Y.Y. jî biryara hepsa malê da û şande malê.