Haydar Şahin
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ANKARA
Li Sûriyeyê bi qasî 800 polêsên ku ew ê li Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji rêxistinên terorê paqij kirin wezîfeyê bikin li Tirkiyeyê tên perwerdekirin.
Artêşa Tirkiyeyê ji bo ewlehiya hidûd û sînoran, ji zext û tundiyê xilaskirina gelê dost û bira di 20ê rêbendanê da li dijî endamên PYD/YPG/PKK/KCK û DEAŞê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û herêm ji terorê paqij kir. Êdî gel dest pê kir vedigere malên xwe yên li Efrînê. Polêsên ku ew ê li Efrînê wezîfeyê bikin bi tevkariya Serokatiya Akademiya Polêsan tên perwerdekirin.
Di vê çarçoveyê da 620 polêsên ku ji vir demekê berê perwerdeya xwe temam kirin di 25ê gulanê da dest bi wezifeyê kirin. 800 welatiyên Sûriyeyê yên ku hatin bijartin û ew ê jî polêstiyê bikin bi destê Akademiya Polêsan tên perwerdekirin.
800 polêsên Sûriyeyê yên bi destê pisporan tên perwerdekirin di mijarên midaxeleya li bûyerên civakî, mewzûata polêsan, disîplîn, operasyon û îmhekirina teqemeniyê da perwerdeyê dibînin.
Polês bi taybetî eleqeyê nîşanî sîlah û guleberdanê didin, ji bo ku bi ser bikevin hewl didin.
Polêsên ku tên perwerdekirin di 18ê adarê da dest bi perwerdeyê kirin. Perwerdeya wan ew ê hetanî 8ê hezîranê dewam bike yanê 21 rojan perwerdeyê bibînin. Piştî temamkirina perwerdeyê polês ew ê li herêma Efrînê wezîfeyê bikin.
Polêsên ji Sûriyeyê yên ku ji bo pêkanîna ewlehiya bi hezaran kesî xwe amade dikin ew ê li herêmên ku herinê wekî "tîma taybet" wezîfeyê bikin.