02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
BRUKSEL
Parêzbendiya Marîne Le Pena seroka Partiya Eniya Neteweyî ya rastgir û namzeda serokomariyê di çarçoveya parvekirina wêneya înfazên DEAŞa rêxistina terorê da hat rakirin.
Di Lijneya Gişkî ya Parlementoya Ewropayê (PE) da piraniya endamên PEyê li dijî Le Penê deng dan. Parêzbendiya Le Penê li hemberî 48 rayan bi 563 rayan va hat rakirin.
Bi vî awayî pêşî li darizandina Le Penê vebû. Li Fransayê di sûcê "weşandina dîmenên tundiyê" da herî zêde 3 sal cezayê hepsê û 75 hezar ewro cezayê pereyan tê dayîn.
Li bendê ne ku lêpirsînê beriya tura ewil a hilbijartina serokomariyê ya ku di nîsanê da bidin destpêkirin. Di ankêtên dawîn da Le Pen ji sedî 25,5ên rayan va di rêza ewil da cî digre. Emmanuel Macronê namzedê serbixwe jî ji sedî 24ê rayan va di rêza 2yan da xanê dike.
- Sûcdarkirina propagandaya terorê
Le Penê di sala 2015an da bertek nîşanî rojnameyeke ku partiya wan şibandibû DEAŞê û wêneya çend înfazên ku DEAŞê kiribû parve kiribû. Piştî bertekan Le Penê wêneya înfazkirina James Foleyê rojnamevanê ji Amerîkayê ji hesabê xwe biribû û herdu wêneyên din jê nebiribûn.