İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, di çarçoveya peymana vejenê ya ku bi Rosnefta şirketa neftê ya ûris ra hat îmzekirin da hedefa wan ew e ku rojê milyonek warîl neft îxrac bikin.
Barzanî li Hewlêrê di avahiya serokwezîriyê da civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê "Peymana Berfirehkirina Tevkariya Stratejik" ya ku roja înê di navbera Wezareta Neftê ya HKIyê û Rosneftê da li Rûsyayê hat îmzekirin da daxuyanî da.
Barzanî diyar kir ku peyman ji sê beşan pêk tê û wiha dewam kir:
"Rosneftê 5 bîr hilbijart û biryara veberhênanê da. Beşa yekem a peymanê neqandina bîran bû. Beşa duyemîn jî ji bo ku Rosneft binesaziya neftê ya herêmê xurt bike, wê veberhênanê bike. Herêma ma me vê gavê ji 700 hezar warîlî zêdetir nikare neftê îxrac bike. Ji bo ku kapasîteya xeta boriyê zêde bibe, pêdiviya me bi veberhênanê heye. Beşa sêyemîn jî bi firotina nefta ku tê îxrackirin ra eleqedar e. Berî niha neft li bazara dinyayê dihat firotin, Rosneft jî wê neftê li Almanyayê di rafîneya xwe da dawerivîne."
Barzanî destnîşan kir, nefta ku wê ji bîrên HKIyê werin derxistin wê dîsa li ser Tirkiyeyê ra were sewqkirin û wiha dewam kir: "Îxracatê li ser xeta boriya ku diçe Lîmana Ceyhanê ra wê were kirin. Lêbelê em bixwazin jî rojê ji 700 warîlî zêdetir neft li ser vê xeta boriyê ra naçe, kapasîte têrê nake. Ji ber vê yekê armanca me ew e ku rojane îxracata xwe ya neftê derxin milyonek warîlî."
Barzanî li ser dema peymana ku bi Rosneftê ra hat kirin jî sekinî û wiha got: "Bê îstisna em bi kîjan şirketa neftê ra peymanê îmze bikin, pêvajoyeke wê heye. Pêşiyê ji bo ku şirket bixebite û li neftê bigere 5 sal dem tê dayîn. Heke neft were dîtin li gor qanûnên heyî 15 sal jî destûra veberhênanê tê dayîn. Ango dema peymanan nêzî 20 û 25 salan e. Ji wan ra jî (Rosneft) tu îmtiyazek nehat dayîn."
Heyeta ku Barzanî serokatiya wê kir, îna çûyî di Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê da bi rayedarên Rosneftê ra hatibûn bal hev û ji bo derxistina çavkaniyên vejenê û ji bo berfirehkirina tevkariya stratejîk peyman îmze kiribû.