ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Wekîlê Serokwezîriyê Ahmet Davutoglu re li Qesra Çankayayê hevdîtin kir û ji bo avakirina hikûmeta 62yemîn ew peywîrdar kir.
Biryara peywirdarkirina Davutoglu ya bi destê Serokomar Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh bi şev di saet 22.00an de li Qesra Çankayayê bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Wekîlê Serokwezîriyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir.
Hevdîtinê bi qasî nîv saetî berdewam kir û Serokomar Erdogan peywira avakirina hikûmetê da Davutoglu.
Tezkereya der heqê Lijneya Wezîran ya ku dê ji nû ve bê avakirin di rojnameya Fermî de hat weşandin.