CENEVRE
Milîtanên çekdar ên ku li Sûriyeyê şer dikin li girikên Golanê 43 wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) revandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku bi destê Ofîsa NYyê ya li Cenewreyê hat belavkirin de hat diyarkirin ku milîtanên çekdar ên ku bi artêşa Sûriyeyê re şer dikin, 43 wezîfedarên Mîsyona Çavdêriya Agirbestê ya NYyê (UNDOF) yên ku li Girikên Golanê bûn revandin.
Hat destnîşankirin ku NY ji bo serbestberdana wezîfedaran hewl dide û xebatan didomîne.
- Ban revandina leşkerên Hêza Aştiyê şermezar kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban-Kî-mun revandina leşkerên Hêza Aştiyê ya ku li Girikên Golanê bi awayekî tund şermezar kir.
Ban ji bo wan 43 leşkerên ku li nêzî El-Qûnaytîrayê hatin revandin peyamek weşand û xwest ku bila leşker demildest serbest bên berdan.