20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
ANKARA
PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudakar ji aliyekî va ciwanên ku kirine mubtelayê hişbirê di çalakiyên xwe da bi kar tîne ji aliyê din va jî bi dahata ku ji firotina hişbirê qezenc dike va çekan dikire û çalakiyên xwe yên terorê didomîne. Her wiha raporên navneteweyî, îfadeyên terorîstan û tesbîtên hatine kirin didin nîşan ku têkiliya PKKyê bi firotina hişbirê ra heye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê da hev, di raporên Ofîsa Polêsên Ewropayê (EUROPOL) da PKKya rêxistina terorê ya cudakar ji hişbirê salê di navbera milyar û nîv û 3 milyar dolar da dahat bi dest xist. Rêxistin bi vî pereyî va jî çekan dikire.
PKK bi taybetî li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ciwanan dixe mubtelayê hişbirê û paşê wan di çalakiyên xwe da bi kar tîne, paşê jî wek "xelat" hişbirê dide van ciwanan. Her wiha rêxistina terorê ji bilî xwe pêşî li ber firoşkarên din ên hişbirê digre û him nahêle xêncî wî kes di vê qadê da bilepite him jî di nezera gel da hişmendiya ku "ew li dijî hişbirê ne" çêdike.
- Ocalanê serkirdeyê PKKyê îtiraf kiribû
Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKyê di sala 1999an da dema ku li Îmraliyê dihat darizandin, di îfadeya xwe ya roja duyemîn da têkiliya rêxistina terorê û hişbirê wiha îtiraf kiribû: "Hişbir sûcekî mirovahiyê ye. Lê hin nûnerên me yên rêxistinê bi navê hîbeyê dibe ku ji qaçaxciyên hişbirê pere standibin. Ev li Ewropayê jî wilo ye. Dibe ku ji endamên rêxistinê hinek li dervayî welêt tevî karê hişbirê bûne."
- Operasyonên ku seba hişbirê li dijî PKKyê hatin kirin
Dema ku hêzên ewlehiyê di salên 2015-2016an da li Diyarbekirê di bûyerên çalan da dijî mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudakar operasyon kirin, 34 endamên rêxistinên yên hatin binçavkirin di heman demê da li gor tesbîtê firoşkariya hişbirê jî kiribûn. Di van operasyonan da 50 kîlo esrar, 3 gram eroîn, 2 gram kokaîn, 5 hezar û 784 hebên ecstasy hatin bidestxistin.
Di "Operasyona Bayrak-14 Şehît Jandarma Tegmen Abdulselam Ozatak" ku di hezîrana 2016an da ji bo bidawîkirina fealiyetên hişbirê yên PKK/KCKyê yên li navçeyên Diyarbekirê Licê, Hezro û Kocakoyê hat lidarxistin da 6 jê kuştî bi tevahî 14 terorîst hatin berterefkirin. Di çarçoveya operasyonê da herwiha 67,9 milyon serî kirkirk, 17,4 ton esrar, 19 çekên lûledirêj, 6 demançe, 3 jê yên qamûyê 22 wesayîtên talankirî, 43 teqemeniyên destçêkirî hatin bidestxistin. 6 terorîstên PKKyî ku di operasyona li Licê da hatin girtin, di îfadeyên xwe da li xwe mukir hatin ku PKK ji esara reşandî ji sedî 20 para xwe distîne.
Li Diyarbekirê di operasyonên ku 2016 û 2017an hatin lidarxistin da bi tevahî 201 ton û 660 kîlogram esrar û 81 milyon û 433 hezar û 861 serî kirkirk hatin bidestxistin.
Hêzên ewlekariyê yên ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li herêmê ne, par di meha tîrmehê da li wesayîteke ku hat tesbîtkirin ji Minbicê tê û dê derbasî Tirkiyeyê bibe, geriyan û di hundirê 120 pakêtên ku di ciyên cuda cuda yên wesayîtê hatibûn veşartin da 2 milyon hebên hişbir, tiifingeke lûledirêj, 2 demançe û gelek fîşengên wan, 3 bombeyên destan, 2 têlefonên mobîl û nasname û dokumenên rêxistinî bi dest xistin.
- Li Efrînê tunelên beton ku ji bo sewqiyata hişbirê tên emilandin hatin bidestxistin
PKKya ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê ya dijî herêma Efrîna Sûriyeyê da derbeyeke giran xwar, fealiyetên xwe yên ajotina hişbirê yên li herêmê şiqitandibû Minbicê. Hat tesbîtkirin, tunelên beton ên bi kîlometreyan dirêj ên ku li Efrînê hatin dîtin, ji bo ku hişbirê derbasî Tirkiyeyê bikin, hatine emilandin.
Li Tuşbaya navçeya Wanê par kamyoneteke dabûn sekinandin da 100 kîlo û 112 qram eroîn hatibû girtin.
Hêzên ewlekariyê di mijadar 2018an da li Lice, Hazro û Kocakoya navçeyên Diyarbekirê operasyon biribûn ser PKKya rêxistina terorê, di operasyonê da 511 serî kirkirk, 614 kîlo esrara hûr, 4 ton û 625 kîlo esrara toz girtin. Di operasyonan da sitargeheke deriyê wi ji hesin çêkiribûn û tê da cebilxane hebû jî hat îmhekirin.
Li Edeneyê di 16ê mijdara 2018an da operasyon birin ser firoşkerên hişbirê, di operasyonê da li ser 2 kesan 1,56 qram esrar hat girtin, ji rêça tiliyên şikbaran hat tesbîtkirin ku rêça tiliya şikbarekî û ya li ser bombeya PKKyê ya ku berê di operasyonê da hatibû girtin wekî hev in.
- Xebatên PKKyê yên ji bo hişbira li Ewropayê
Di rapora Komisyona Lêkolîna Mibtelabûnê ya Meclisê da hat dîtin ku tiliya PKKya rêxistina terorê di nav hişbira li Ewropayê da heye. Di raporê da hat dîtin ku bi saya operasyonên serkeftî yên li Tirkiyeyê "rotaya eroînê" bi tevahî ser welêt ra derbas nabe, qaçaxçiyên hişbirê êdî li rêyên alternatîf digerin.
Di îlona 2017an da li Awistirya û Belçikayê operasyon hatin kirin û di encamê da toreke hişbirê ya li Ewropayê ya PKKyê hat xirabkirin. Derket holê ku vê şebekeyê nîvê hişbira li Ewropayê difrot û pereyê jê qezenc dikir jî ji rêxistina terorê ra dişand.