Ekip
06 Hezîran 2022•Rojanekirin: 07 Hezîran 2022
Li Şengala navçeya Mûsila bajarê Iraqê PKKya rêxistina terorê pêşmergeyek revand.
Berpirsê Şengalê yê Hêzên Pêşmergeyan Qasim Şeşo ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand PKKyiyan li Şengalê pêşmergeyek bi navê Xalid Reşo Berekat revand.
Ji berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Şengalê Xelef Xelîl jî got PKKyiyan bi qesta kuştinê êrîşî mala Xalid Reşo kirin lê ji ber ku jina wî li mal bûye şûna wê ew revandin.
Xelîl got di salên dawîn da bûyerên kuştin û revandinê diqewimin ku li pişt wan PKK heye.
Seîd Eliyê eqrebayê pêşmergeyê hatiye revandin jî wiha got: "Duh êvarê PKKyiyan li Kampa Til Uzeyîr êrîşî mala Xalid Reşo kirin. Aqûbeta wî hê ne diyar e."