Li bajaroka Damartînê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Parîsa Paytextê Fransayê operasyona ji bo ku dawî li qeyrana rehîneyê ya ku ji sibê zû heta niha berdewam dike, bînin operasyon dabûn destpêkirin û ev operasyona polêsan qediya.
Qenalên televîzyonê yê fransizan operasyon bi awayekî zindî weşandin û birayên Seîd û Şerîf Kouachiyê ku êrîş biribûn li ser kovara Charlie Hebdoyê hatin kuştin.
-Birayên Kouachi hatin kuştin
Di operasyona polêsan de birayên Seîd û Şerîf Kouachiyê ku êrîş biribûn li ser kovara Charlie Hebdoyê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya rehîneya di destê êrîşkaran de baş e û di dema operasyonê de polêsek birîndar bû.
-Di heman demê de operasyon birin li ser marketê jî
Kiryarê êrîşa li ser marketeke aidê cihûyan jî di operasyona ku polêsan kir de hat kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên polêsan hatin bidestxistin, di dawiya operasyonê de piraniya rehîneyan serbest man.
Di dema pevçûna di navbera polês û êrîşkar Amedî Coulibaly de ji marketê dengê 4 teqînan hatin. Piştî bêdengiya ku çêbû hat diyarkirin ku êrîşkar hat kuştin û gelek rehîneyên ku di nav wan de jin û zarok jî hene, serbest man.
Hat ragihandin ku di operasyonê de sê polês birîndar bûn.
Tê diyarkirin ku li ba Coulibaly kesekî din ê ku arîkariya wî dike hebû û ew kes jî hat kuştin.
-Sê rehîne mirin
Çavkaniyên polêsan dan zanîn ku di dema êrîşê û operasyonê de 3 rehîne mirin û 5 rehîne jî birîndar bûn û jin û zarok jî di nav de gelek rehîne serbest man.