İbrahim Atmaca
20 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
PRÎZREN
Bajarê Prîzrenê li başûrê rojavayê Kosovayê ye û ji aliyê medeniyeta cuda û nirxên çandinî yên dînan va di nav bajarên ender ên Balkanan da cih digre.
Prîzren bajarê herî xweş ê Balkanan û Kosovayê ye û wek "bajarê muzeyê" an jî "muzeya servekirî" jî tê binavkirin.
Li Prîzena ku tê da berhemên çandinî û dîrokî yên dewlemend hene; mizgeft, pire, humam û kaniyên ku piraniya wan ji dewra Osmaniyan mane, hene.
- Mizgefta Sînan Paşa
Mizgefta Sînan Paşa li Meydana Şadirvanê ku dikeve bin Qela Prîzrenê ye û di sala 1615an da ji aliyê Sînan Paşayê ku di îdareya Osmaniyan da kesyetekî girîng û bijarte bû va hatiye çêkirin.
- Mizgefta Emîn Paşa
Ji mizgeftên girîng ên ji dewra Osmaniyan mane yek jî Mizgefta Emîn Paşa ye. Mizgeft li navenda Prîzrenê ye û di sala 1831an da ji aliyê Mîrê Sincaqa Prîzrenê Emîn Paşa va hatiye çêkirin.
- Mizgefta Xazî Mihemed Paşa û Humama wê
Mizgefta Xazî Mihemed Paşa nêzî Mizgefta Emîn Paşa ye û di nav gel da wek "Mizgefta Bayrak"ê jî tê zanîn. Mizgeft di nav Muzeya Yekîtiya Arnawud Prîzrenê da ye û di sala 1573an da ji aliyê Xazî Mihemed Paşa va hatiye çêkirin.
- "Kesên ku ji Kaniya Şadirwanê avê vedixwin Prîzrenê cardin ziyaret dikin"
Li gor texmînê Kaniya Şadirwanê di sedsala 17emîn da piştî çêkirina Mizgefta Sînan Paşa hatiye çêkirin. Binesaziya kaniyê çargoşe ye, ser jî heştgoşe ye û li çar aliyê wê kanî hene.
- Pira Kevirî a ku herdu aliyên Prîzrenê bi hev va girêdide
Nêzî Kaniya Şadirwanê Pira Kevir heye û li gor texmînê pire an di dawiya sedsala 15em da an jî di serê sedsala 16em da hatiye çêkirin.
- Minareya ku bê mizgefta li ser piya ye: Arasta
Li Prîzrenê minareya Mizgefta Arastayê ji dewra Osmaniyan maye û berhemeke ecêb e.
- Berhema karakterîstîk a herêma dîrokî ya Prîzrenê: Tekeya Xelwetî
Tekeya Xelwetî li Taxa Saraçxaneyê ya berê ku wek herêma dîrokî ya Prîzrenê tê zanîn, di dewra Osmaniyan da di sedsala 17em da hatiye çêkirin.