Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî 5emîn Şûraya Dînê ya ku Serokatiya Karên Diyanetê li dar dixe bû.
Erdogan wir axivî. Mijarên sereke yên axaftina Erdogan wiha ne:
"Kesên naxwazin ku osmanî bê hînbûn û bê hînkirin hene. Ev xetereyeke gelek mezin e. Bixwazin jî nexwazin jî dê osmanî bê hînbûn û bê hînkirin.
"Hin kes ji osmanî hînbûna ewladên welêt aciz in. Ev di rastiya xwe de tirkiya ku kevn nabe ye, tişteke xerîb nîne. Em dê bi vê rastiya hîn bin. Dibêjin ku 'Gelo em dê xwendina kêlên goran hîn bikin'. Jixwe pirsgirêk di vir de ye, di wan kêlan de dîrok, şarîstanî heye. Nifşek nizane ka di gorên wan de kî radizê û gelo cahiliyeke ji vê mezintir, ecziyeteke ji vê mezintir heye? Di rastiya xwe de ev jêkirina demarên me yên şahê bûn û demarên me yên şahê hatin jêkirin."
"Mixabin ku li vê welatê piştgirî dane têkoşîna ku xoceyên sexte, dîndarên sexte ya ji bo jehrkirina civakê, heta û heta teşwîq jî kirine. Alimên qaşo yên ku di nav qalibên teng ên îdeolojiya fermî de mane hatiye teşqîwkirin û piştgirî dane wan. Delkbazên ku li welêt şebekeya îxanetê ava kirin ên di bin maskeya dînê de, bûne mezharê teşwîqên neteweyî û navneteweyî."
-Emrê ewil îlm e
Erdogan got ku "Lê binêrin, wehiy bi awayekî gelek berbiçav li holê ye. Îlm û eqlkirin tê emrkirin, ev dehan sal e li welatê me mensûbên hin zihniyetan ji bilî eql û zanistê tu tişt nas nekirine."
-"Em hemû derdê xwe ji bo hemû mirovahiyê didin"
Serokomar Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê ji 100 hezarî zêdetir xebatkarên dînê, dilkiriyên dînê hene û wiha axivî: "Em ji tecrubeyên ku ev 200 sal in hatin serê me derdikevin rê û dibêjin ku azadî û demokrasî. Em jî her cure red, înkar û asîmîlasyonê red didkin."