Muzeya ji aliyê Şaredariya Şanliûrfayê ve bi navê "Muzeya Îbrahîm Tatlises ya Muzîkê" hatibû avakirin, hat nûkirin.
Muze 2 sal berê hat avakirin û li muzeyê her tiştê der barê muzîkê de cih digrin. Muze di avahiya dîrokî ya ji aliyê gelê Şanliûrfayê ve wek "Navenda Muzîkê" tê nirxandin û bi navê "Qehweya Yasîn" tê zanîn de hat vekirin. Di muzeyê de ji bilî radyo, plak û amûrên muzîkê; peykerên ji findê yê hunermend Îbrahîm Tatlises, Tenekecî Mahmût, Mûkim Tahir, Kazanci Bedîh û Nûrî Sesîguzel jî cih digrin.
Serokê Şaredariya Şanliûrfayê Eşref Fakibaba, daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Xebatên me yên der barê muzeyê de dewam dikin, bi vesazkirinê ve me 4 xanî li muzeyê zêde kirin. Niha tam layiqê birêz Îbrahîm e."
Fakibaba daxuyan ku dê dawiya hefteyê muze bê vekirin û muzeyê bi destê Tatlises bê vekirin û got: "Xwedê jê razî be neşikand û hemû eşyayên xwe ji bo muzeyê şand."