Türkan Tosun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
BRUKSEL
Carles Puîgdemontê Serokê Berê yê Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê û 4 wezîrên katalon ên ku li Belçîkayê teslîmî polêsan bûbûn bîşert hatin berdan.
Dozgeriya Federal a Belçikayê daxuyand ku hakim îfadeya Puîgdemont û wezîrên berê Marîa Aleu Serret, Antonî Olîveres Comîn, Lluîs Gordî Puîg û Clara Obîols hildaye û biryar daye ku ew bişert bên texliyekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor şertên serbestberdanê heta ku hakim destûrê nede ev kes nikarin terka Belçîkayê bikin, di navnîşaneke sabit de divê bijîn û dema ku dadgeh û polês bangî wan bikin divê ew amade bin.
Dozgeriya Federal a Belçikayê duh daxuyandibû ku Carles Puîgdemont û 4 wezîrên katalon li Belçîkayê teslîmî polêsan bûbûn.
Dadgeha Neteweyî ya Spanyayê ji ber rola wan a di îlana serxwebûnê ya yekalî ya Birêveberiya Xweser a Katalonyayê de der heqê Puîgdemont û 4 wezîrên ku bi "serhildana dijî dewletê, û raperîn û malê qamûyê xirab bikaranîn" tên sûcdarkirin de li tevahahiya Ewropayê biryara girtinê derxistibû û ev biryar duh bi awayekî fermî ragihandibû Dozgeriya Federal a Belçîkayê.
Puîgdemont û 4 wezîr serê hefteyê beriya ku der heqê wan de biryara girtinê bê derxistin revîbûn Belçîkayê.