Önder Beyter
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
RIYAD
Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdiyê ragihand ku ekîb çûn ser kavilê helîkoptera ku alîkarê waliyê Asîrê û heyeta bi pê ra tê da bûn.
Berdevkê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Navxweyî Tumgeneral Mansûr et-Turkî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku alîkarê emîrê herêma Asîrê û heyeta wî di helîkoptera ku ket xwarê da bûn. Et-Turkî got ku kavilê helîkopterê hat dîtin.
Et-Turkî destnîşan kir ku alîkarê emîrê herêma Asîrê ligel heyeta xwe li rojavayê bajarê Ebhayê li kêleka qeraxê, bernameyên xwe yên rûtîn meşandin û herwiha ber êvarê di rêya vegerê da peywendiya ligel helîkopterê qut bû.
Et-Turkî bal kişand ku pispor çûn ser kavilê helîkopterê û lêkolînên hewce kirin ku wê çend saet bi şûn da zanyariyên di destê xwe da bi raya giştî ra parve bikin.
Ber êvarê hatibû ragihandin ku li Erebistana Siûdiyê helîkoptereke ku şehzadeyek û rayedarên pilebilind tê da bûn, ket xwarê û hemû kesên tê da mirin.