TRABLUS
Berdevkê hikûmeta Lîbyayê Muhammed Kaber di daxuyaniya xwe ya serê sibê de diyar kiribû ku kesên nediyar Serokwezîr Ali Zeydan li Trablusê otela ku tê de dîma bi zorê revandine û birine cihekî nediyar.
Paşê jî hat gotin ku der heqê Serokwezîr Zeydan de biryara binçakirinê hatiye dayîn. Di nûçeya ku ajansa nûçeyan ya fermî ya Lîbyayê de wiha hat gotin: "Serokwezîrê Lîbyayê Alî Zeydan li ser telîmata Midûriyeta Şaxa Tekoşînê ya li hember Sucên Organîze û Odeya Operasyonê ya Şoreşgerên Lîbyayê hate binçavkirin. Tenduristiya wî baş e. Wek welatiyekî Lîbyayî dê baş bi wî re tevbigerin."
Serdozgeriya Lîbyayê jî ev agahî derewand û diyar kir ku der heqê Serokwezîr Zeydan de biryara binçavkirinê nehatiye dayîn.
Piştre Berdevkê Midûrê Şaxa Tekoşînê ya li hember Sucên Organîzeyê Ebdulhekîm Belîzzî diyar kir ku Serokwezîrê Lîbyayê Alî Zeydan li ser telîmata Midûriyeta Şaxa Tekoşînê ya li hember Sucên Organîze û Odeya Operasyonê ya Şoreşgerên Lîbyayê binçav kirine.
Pişt re hat diyarkirin ku Serokwezîrê Lîbyayê Ali Zeydan serbest hat berdan û tenduristiya wî baş e.