26 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku hêzên rêxistina terorê PYD/PKKê li Hesekeya bajarê Sûriyeyê ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ên li navçeyên Til Temer û Cewadiyeyê girtine û 9 kes jî girtine birine.
Nûnerê Ofîsa Hewlêrê yê ENKSê yê Herêma Kurdistana Iraqê Xalid Elî ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Hêzên çekdar ên girêdayî PYDê li Til Temera girêdayî bajarê Hesekê ofîsa ENKSê kilîd kirin. Li navçeya Cewadiyeyê jî 9 endamên ENKSê girtin. PYD ENKSê ji xwe re muxalif dibîne û ji ber vê hemû zor û zextiyê dike. Emê li hember PYDê ya ku wekaleta rejima Esed ji xwe re girtiye çalakiyên xwe yên siyasî û medenî bidomînin."
Nayê zanîn ku 9 endamên ENKSê yên ku hatine girtin li ku ne.
Hêzên çekdar ên girêdayî PYDê di 15ê tebaxê de li Qamişloya navçeya Hesekê 30 endamên ENKSê yên ku beşdarî merasima cinazeyê 2 pêşmegergeyan bûbûn girtibûn.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî zor û zextiyên PYDê yên li bakurê Sûriyeyê rexne kiribû û wiha gotibû: "Ez der barê dahatûya kurdên Sûriyeyê bifikar im. PYDê dest daye hemû herêmên ku kurd lê dijîn. PYD li van deran polîtikaya PKKê rêve dibe. Tirkiye jî li hember PKKê şer dike."