04 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin PYD/PKKya rêxistina terorê li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola wê da ne 24 endamên Encumana Nistimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ji ber bi pêşmerge ra hevkarî kirine revand.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan PYD/PKKê li Derbesiye, Qamişlo, Tel Temr, Kerkî Lekî, Kobanê û Efrînê 24 endamên ENKSê binçav kir.
Hat ragihandin rêxistina terorê, endamên ENKSê bi hinceta "Bi pêşmerge ra hevkarî kirine" ji xwe ra kir hedef û bir.
Di nav kesên hatin revandin da endamê Komîteya Navendê ya Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyeyê (PDK-S) Evdirehman Apo jî heye.
Mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê duh jî li Qamişlo û Derbesiyeyê girtibûn ser şaxên PDK-Sya girêdayiyê ENKSê û agir berdabûn şaxên wan û şewitandibûn.