Türkan Tosun
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Li Îranê balafireke rêwiyan ya ku ji Tehranê rabû ku here bajarê Yasucê, li eyaleta Îsfehanê ket.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ÎSNA) balafira ku ji Tehranê rabû ku here bajarê Yasucê li eyaleta Îsfehanê, li navçeya Semîromê ket.
Hat ragihandin di balafirê de 65 rêwî hebûn.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin.
-Xebatên lêgerîna balafira ku sefera Tehran-Yasûcê dikir û li nêzîkî eyaleta Îsfehanê li devereke çiyayî ket xwarê dewam dikinHat ragihandin ku di balafira rêwiyan a Rêhewayên Asîman ku ji balafirxaneya li Tehrana paytexta Îranê bi firê ket û li nêzîkî eyaleta Îsfehanê ket xwarê da yek jê zarok 66 kes hene.
Midûrê Peywendiya Gel a Rêhewayên Asîman a Îranê Mihemed Taqî Tabatabayî ji têlevîzyona dewleta Îranê ra xeberda û wiha got, "Di balafirê da yek jê zarok 60 rêwî û 6 muretebat, bi tevahî 66 kes hebûn."
Tabatabayî diyar kir ku balafira rêwiyan ku cot motora wê heye û cureya wê ATR ye, di saet 08.00an da ji Tehranê ber bi bajarê Yasûcê bi rê ket û der dora 08.50yan da ji radarê derket û wenda bû.
- Xebatên lêgerîna balafirê dewam dikin
Li gorî daxuyaniya maseya Rewşa Bilez, ji ber berf û bagerê nikaribûn helîkopteran sewqî herêmê bikin, xebatên lêgerîna balafira ku li devera çiyayî ket xwarê jî ji erdê dewam dikin.
Balafira rêwiyan a şîrketa Rêhewayên Asîman a ku sefera Tehran-Yasûcê dikir, serê sibê li navçeya Semîrom a eyaleta Îsfehanê ketibû xwarê.
Şîrketên rêhewayê yên Îranî ji ber astengkirinên Amerîkayê bi balafirên ku beriya 1979an kirîne an jî bi balafirên destê duyemîn va xizmetê didin. Ji ber ku fîloya balafiran nayê nûkirin, rîska qezayê jî zêdetir dibe ku ji ber vê yekê jî di 39 salên çûyî da li Îranê bêtirî 200 qezayên balafiran qewimîn ku di encamê da jî zêdetirî 2 hezarî însanî jiyana xwe ji dest da.