Ahmet Aydın
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2018
ANKARA
Li rojhilatê çemê Feratê ya ku Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê operasyon lê bê lidarxistin, hewla dewletbûnê ya YPG/PKKê didome. Rêxistina ku li herêmê pêkhateya nufûsê diguhere, kontrola çavkaniyên welêt, qadên çandiniyê û çavkaniyê avê girtiye destê xwe. Herwiha bi hezaran çekdarên xwe asta tehdîdê zêde dike.
Piştî daxuyaniya Serokomar Erdogan ya ku got, "Me îfade kir û em dikin ku dê operasyoname ya li rojhilatê Feratê ya dijî rêxistina cihêxwaz a terorê di nava çend rojekî de dest pê bike" îdî bal li ser wê herêmê ye.
Li Sûriyeyê erdnîgariya ku dikeve rojhilatê çemê Feratê ya di bin dagîrkeriya YPG/PKKê de bi qasî 480 kîlometroyî sînorê Sûriyeyê û Tirkiyeyê ye.
Li vî milê sînor ê Tirkiyeyê wîlayetên Şanliurfa, Mêrdîn û Şirnex cih digire.
Jibilî rojavayê Feratê rojhilatê çem qada ku ber bi sînorê Iraqê ve diçe li ser 45 hezar kîlometro çarçik e.
Li gorî pîvanên nexşeyî yên AAyê, ev qada navborî bi qasî sêyeka axa Sûriyeyê ye.
YPG/PKK ji cotmeha 2014an vir de, li rojihilatê Feratê bi saya piştgiriyên asîmanî yên Amerîkayê û çekdayînê yên ku ji bo DEAŞê daye belav bû.
- Terorîstan pêkhateya nufûsê guherand
Mezintirîn cihên li rojhilatê Feratê, ji Eynul Ereb, Reqqa, Tel Ebyed û Tebqa yên girêdayî Helebê, Qamişlo, Amûdê û Rasuleyna Hesiçya digel bakurê Dêrazorê pêk tên.
Nufûsa vê herêmê hêjî ji sedî 70 ji Ereban pêk tê.
Rêxistin bi zorê pêkhateya nufûsê diguhere û dixwaze di pêvajoya dewletbûnê de qada ku dagîr kiriye asantir kontrol bike.
Li gorî Meclisa Bilind a Eşîr û Qebîleyên Sûrî YPG/PKKê heta nua 1 milyon û 700 hezar kes bi zorê koçber kiriye.
- Çavkaniyên enerjiyê di destê rêxistinê de ne
YPG/PKKya ku Amerîka piştigirya wê dike, di bin vaê têkoşîna dijî DEAŞê çavkaniyên enerjiyê yên li Sûriyeyê girt bin kontrola xwe.
Terorîstên YPG/PKKyî 23yê îlona 2017an çolwarê bakurê Dêrazorê ku qada petrolê ye, dagîr kir û Konokoya mezintirîn tesîsa xaza siruştî û qada Cafraya petrolê kontrol kir. Rêxistinê herwiha 22ê cotmeha 2017an jî El Umera mezintirîn qada petrolê dagîr kir.
Jibilî van rêxistinê bi piştevaniya asîmanî ya Amerîkayê li rojhilatê Feratê 3 bendavên mezin dagîr kirin û li wê herêmê kontrola belavkirinê elektirîkê girt destê xwe.
- DEAŞ qediya lê projeya PKKê didome
Rêxistinê bi piştevaniya Amerîkayê heta nuha gele cih kontol kirine û îdî hewl tê dayîn "artêşa YPG/PKKê" bê avakirin.