ekîp
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Bajarê Kevnare ê Sogtamarê yê li Şanliurfayê ji binê erdê pêlîstokeke wesayita hespan a 5 hezar salî û tekerên wê hatin derxistin.
Bajarê Kevnare yê Sogtamarê li navçeya Eyyubiyeyê ye û wisa tê qebûlkirin ku Hz. Mûsa dema ji Firewn reviyaye li vî bajarî jiyaye.
Di meha gulanê de bi serokatiya Midûriyeta Muzeya Şanliurfayê û bi beşdariya Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Harranê Alk. Doç. Dr. Yusuf Albayrak va li herêmê xebatên arkeolojiyê dest pê kirin.
Di van xebatan de pêlîstokeke wesayita hespan a 5 hezar salî, tekerên wê û xişxişek ji binê erdê hatin derxistin.
Midûrê Muzeya Şanliurfayê û Serokê Vekolana Sogmatarê Celal Uludag behsa girîngiya vî bajarê kevnare u xebatên arkeolojiyê li herêmê kir û wiha axivî:
"Bi destûra wezareta me xebatên me yên li vê herêmê dewam dikin. Me heta niha tiştên girîng dîtin. Li qada nekropolê di hundirê gorekê de dema me ax eleg kir me pêlîstokeke wesayita hespan a 5 hezar salî û tekerên wê ji binê erdê derxistin. Ev pêlîstok bi axa pijandî hatiye çêkirin û ji heyama tûncê ye. Tê texmînkirin ku qral û kesên payebilind ji bo zarokên xwe ew dane çêkirin. Ev pêlîstok der barê nerîna hunerê ya wê demê û der barê lîstîkên zarokên 5 hezar sal berê de agahiyan dide û ji bo me gelekî girîng e."
- Ev der ya Xwedavendê Hîvê Sîn e
Alk. Doç. Dr Yusuf Albayrak jî diyar kir ku wî di 2012an da li vê derê lêkolînek kir û tesbît kir ku ev der aîdê Sînê Xwedavendê Heyvê ye.
Albayrak ji aliyê dîrokê va li ser girîngiya Sogmatarê sekinî û got ku bajarê kevnare ne tenê perestgehek e û li gor tesbîta wan di heman demê da qada goristanekê ye jî.
Albayrak destnîşan kir, li gor lêkolînan Sogmatar demekê navenda dînê Pagan bûye û girê mezin ê di nav taxê da jî navenda Sogmatarê bûye û wiha dewam kir:
"Di lêkolînên sala 2012an da me dora 120 gorên zinar dîtin, 7 ji wan pir balkêş bûn, hema bêje 120 gor jî li girik dinihêre. Me di girik da jî lêkolîn kirin, li gor seramîkên ku me dîtin, ev der heta roja îro bûye pêgeha mirovan. Gor di dewra Tûnca Zû da hatine çêkirin, ango 5 hezar sal berê. Lê piştra romayî hatine vir û ev gor li gor mîmariya xwe guherandine."
Albayrak diyar kir, wan ji bilî keleska hespan a pêlîstok, xişxişkek jî dît û wiha dewam kir:
"Di sala 2017an da destûra vedanê derket, em di meha gulanê da mehekê xebitîn, vê gavê ev 15 roj in em dixebitin. Me heta niha 45 gor vekirin, me sê gorên ku di dewra romayiyan da jî nehatine vekirin, dîtin. Me di gorekê da keleskeya hespan a mînyatur ku 4 tekerên wê hene, dît. Em ji vê ra dibêjin pêlîstoka zarokan. Me dîsa xişxişkeke ku li ser motîfa çûkê hatiye neqişandin dît. Ango ev gora zarokekî bûye û pêlîstokên wî pê ra çal kirine. Ev pir ecêb e, em êdî dizanin ku 5 hezar sal berê jî xişxişk hebûye."