Sevim Hatun
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
CAKARTA
Wezîrê Karên Derva yê Endonezyayê Retno Marsûdî bi hempîşeyê xwe yê myanmarî Aûng San Sûû Çîî re civiya û ji bo rawestandina şideta li dijî misilmanên ji Arakanê rêya çareseriyê pêşniyaz kir.
Di hevdîtinê de herdu alî li ser krîza Arakanê sekinîn. Marsûdî got ku ew ji ber krîza li Arakanê (Rakhîne) bi fikar in û ji bo çareseriyê pêşniyazeke ku ji 4+1 madeyan pêk tê kir.
Marsûdî ji hempîşeyê xwe re got ku ew dixwazin li herêmê îstiqrar çêbe, bûyerên şidetê bên rawestandin, gelê herêmê were parastin û destûrê bidin ku alîkariya însanî bigihêje herêmê.
Marsûdî destnîşan kir ku wê bi saya van çar madeyan pêşî li krîzê were girtin û qadeke aram çêbe.