Muhammet Kurşun
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
MOSKOVA
Li Grozniya paytextê Komara Çeçenistanê ya girêdayê Federasyona Rûsyayê, ji milyonekê zêdetir kesî qetlîama li dijî Misilmanên Arakanê (Rohîngya) protesto kir.
Di protestoyê de dovîzên ku bi nivîsê Rûsî û Ingilîzî daxwaza sekinandina qetlîamê dikirin hatin bilindkirin.
Xwepêşandan bi nimêja xiyabî bidawî hat.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navweyî ya Rûsyayê di xwepêşandanê de milyonek û 100 hezar însan beşdar bûn û ji herêmên derdorê bi deh hezaran însan hatine.