15 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
BEXDA
Îdiaya ku Muqteda es-Sadrê serokê Tevgera Sadr hatiye kuştin, hat derewandin.
Berdevkê Koma Exrarê ya li Meclisa Iraqê Huseyîn el-Evwad destnîşan kir, nûçeyên ku dibêjin Sadr û 2 kûrmayên xwe hatine kuştin rast nînin.
Kanaleke televizyonê ya Libnanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îdia kiribû ku Sadr û 2 kûrmayên xwe di encama sûîqestekê da hatine kuştin.
Piştî vê îdiayê jî wêneyekî Sadr ku li malê li televizyonê temaşe dike li ser medyaya civakî hatibû parvekirin.