Türkan Tosun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî qebûl kir.
Hevdîtina ku li Kulliyeya Serokomariyê çêbû bêyî çapemeniyê 35 deqîqeyan ajot.

Serokomar Erdogan duh di bersiva pirsa endamên çapemeniyê ya gelo hevdîtina plankirî ya digel Serokê Giştiyê MHPê Bahçelî çêbû yan na de gotibû, "Me dawetiyek dabû cenabê wan em li hêviya besivê ne."

Serokê Giştiyê MHPê Bahçelî jî di civîna çapemeniyê ya duhê de anîbû ziman ku weke MHPê civîneke wan digel Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Erdogan derbarê îttifaqa hilbijartinê û siberoja siyasetê de çênebûye lê heger xwestek hebe dikarin hevdîtinê bikin.