11 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ku bi minasebeta Cejna Qurbanê weşand da, cejna welatiyan bi hestên herî jidil pîroz kir û hêvî kir ku cejn ji bo Tirkiyê, alema îslamê û hemû mirovahiyê aramî û aşitiyê bîne.
Di peyama eydê da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi gelek pirsgirêkên pê êşiyan va gihîştin eydiyê lê ji ber ku ew xwedî wê îradeya pirsgirêkan çareser dike ye kêfxweş in.
Serokomar Erdogan îfade kir ku bêbextiya 15ê tîrmehê ya di dîrokê da mînakeke wek wê tune û wiha got: "Şeva 15ê tîrmehê her çiqas tarî dest pê kiribe jî sibeha 16ê tîrmehê jî ewqas ronî bû. Îro Tirkiye ji serê sibeha 15ê tîrmehê jêhatîtir e, bi biryar û çalak e. Gelê me peyameke eşkere da wan kesên ku xwestin bi derbeyê, tundiyê û zordestiyê serê gel bitewînin û xwedî wê hêviyê bûn. Kesên bi vê niyetê derketibin rê divê êdî bizanibin ku Tirkiye bi wê artêşa xwe ya ji 570 hezar kesî û bi polêsên xwe yê ji 260 hezar kesî û nifûsa xwe ya ku ji 7 salî bigir heta 70 salî ya ji 79 milyon kesî pêk tê va wê bisekine. Me mînaka vê ya herî xweş li Mitînga Yenîkapiya ku di 7ê Tebaxê hat kirin da dît. Ji her alî û fikrî welatiyên me li wê meydanê peyam da hemû dinyayê."
"Em bi biryarin ku êdî Tirkiyeyê ji belaya PKKê xilas bikin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Tirkiye bi tenê li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) tênakoşe, ew li hemberî PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz û DAEŞa ku dîn îstismar dike û dixwaze ji xwe ra cih çêbike ra jî têdikoşe.
Erdogan got ku rêxistinên terorê yên li pêş çavan wisa xuya dike ku neyarên hev in lê li hemberî Tirkiyeyê şirîkatî dikin û wiha pê da çû: "Em ê bi hêzên xwe yên ewlehiyê û birayên xwe yên li herêmê ve dest bidin hev Tirkiyeyê ji belaya PKKê xilas bikin. PKK jî wek FETOyê nikare li hember berxwedana gelê me û hêza dewleta me li ber xwe bide. PYD û YPG yên şaxa Sûriyeyê ya PKKê jî li benda heman aqûbetê ne. Li hember gelê me wezîfeya me ye ku koka rêxistina DAÎŞê biqelînîn û li welatê me wê bêtesîr bikin. Ji bo vê Herekata Mertalê Firatê gava ewil e."