Tuğçenur Akgün
13 Hezîran 2023•Rojanekirin: 14 Hezîran 2023
Qesra Spî ragihand ku rewşa tenduristiya Joe Bidenê Serokê Amerîkayê yê ku ji ber tedawiya diranan bernameyên wî yên îro hatin betalkirin baş e.
Karine Jean-Pierreya Berdevka Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya rojane da bersiva pirsên rojnamevanan da.
Jean-Pierreyê got ku duh êvarê ji ber êşa diranan anesteziya lokal dan Biden û tedawiya diranan hat kirin û ragihand ku operasyona Serok serkeftî derbas bû.
Jean-Pierreyê diyar kir ku Biden xwe baş hîs dike û da zanîn ku îro dê li avahiya xwe bixebite.
Jean-Pierreyê got Serok wekî gelek Amerîkayiyan ji bo diranan tedawiya qenalê dît û ragihand ku ev karekî rutîn e.
- Hevdîtina wî ya bi Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ra hatibû paşxistin
Qesra Spî sibehê zû ragihandibû ji ber ku Biden tedawiya diranan dît dê nekare beşdarî bernameyeke ku berê hatibû ragihandin bibe.
Piştre hatibû ragihandin ku hevdîtna plankirî ya Biden û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û bernameyên wî yên din hatin lipaşxistin.
Li gorî rapora derbarê dermankirina diranan a ku doktorê wî yê diranan Kevin O'Connor bi raya giştî re parvekiribû, duh diranê jêrîn ê rastê yên Biden ariyaye û piştî mieyeneya doktorên diranan ên li Qesra Spî, guncaw hatibû dîtin dermankirina qenalên diranan bê kirin.
O'Connor destnîşan kiribû ku ti kompilîkasypnek rû nedaye, vê sibê êşa diranê Biden weke dihat çaverêkirin zêde bû û dê li Qesra Spî dermankirina diranên wî bê domandin.
Ji bo bernemaya şampiyonên Federasyona Werzişên Zanîngehê (NCAA) ya bi sedema Roja Werzişvanên Zanîngehê jî ku îro bi dema herêmî saet 11.30î hat lidarxistin, ji dêvla Biden Alîkarê Serok Harris beşdar bû.
Dihat çaverêkirin ku îro saet 15.15an jî Biden, Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Qesra Spî biezimîne.