24 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê Xebatkarên Navenda Komuta û Kontrola Xizmetên Tenduristiyê ya 112 Acil û Afatan ji ber îxbarên derew zehmetiyan dikşînin.
Berpirsyara Navenda Kontrol û Komutayê ya 112yê Dr. Hacer Seda Ozdemir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hin kes îxrabên derew dikin, an jî ji xwe re vala dimînin û telefonê 112an dikin û nahêlin ku em karê xwe bikin.
Dr. Ozdemir got ku rojê 4 hezar kes telefonê navendê dikin, lê ji van bi tenê 100 heb îxbarên rast in.
- "Çêleka min za, acil ambulansê bişînin"
Ozdemir got ku hin kes ji bo tiştên ecêb telefon dikin û wiha axivî: "Hin kes dibêjin çêleka min za, acil ambulansê bişînin. Hin kes jî dibêjin rêya gund ji ber berfê hatiye girtin rêya gundê me vekin. Hin kes jî ji ber ku rê tê girtin qey wesayîta me texsiye, telefon dikin ku dixwazin herin cihekî. Car caran wisa ku li ser telefonê heqaretê me dikin û morala xebatkarên me xirab dikin. Bila her kes hesas be, ev ne henek e. Em karekî girîng dikin û bila hesas tevbigerin."