Önder Beyter
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
DOHA
Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî ragihand ku ewê beşdarî Civîna Yekîtiya Ereban ku wê li Erebistana Siûdî were lidarxistin, bin.
Li gorî nûçeya ajansa Qeterê QNAyê, Al Sanî li Meclisa Şûrayê di daxuyaniya xwe ya têkildarê polîtîkaya derva ya Qeterê da wiha got, "Qeter bêyî ku lê mêze bike bê ka li kîjan welatî tê lidarxistin, wê beşdarî civîna nêzîk bibe. Welatê ku wê mazûvaniya civînê bike, heger yek ji wan welatan be ku abloqe dane ser Qeterê û prosedura pêwîst neynin cih, wê demê ne Qeter, wê tevgera wî welatî neçê were hesibandin."
- Diyaloga stratejîk a Amerîka-Qeterê
Al Sanî qala diyaloga stratejîk a Amerîka-Qeterê ku di dawiya rêbendanê da li Washingtonê hatibû kirin kir û wiha xeberda:
"Amerîka wê di çarçoveya peymana berevaniya hevbeş da heger tûşî êrîşeke dereke bibe wê pişta Qeterê bike. Ev peyman di xwe da wê peyamê dihewîne ku Amerîka ne li cem welatên abloqeyê ne, hewl dide ku çareyekê ji krîzê ra bibîne û ji bo berjewendiyên xwe yên li Kendavê navxwaze rageşî gurtir bibe."
Piştî ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ragihandibû ku wê mazûvaniyê neke, Erebistana Siûdî di adara sala çûyî da ragihandibû ku wê peywir hilda ser xwe. Civîna Yekîtiya Ereban hersal di meha adarê da tê kirin, lêbelê hê bi awayekî fermî nehatiye ragihandin, bê ka zîrveya îsal wê çi çaxê bê lidarxistin.
Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Misrê di 5ê Hezîrana 2017an da hemû peywendiyên dîplomatîk ligel Qeterê qut kiribûn û abloqeya aboriyê sepandibûn ku ev yek jî li herêma Kendavê bûbû sedemê qeyranê.