30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî got ku qeyran ji bo hikûmetê û gel derseke baş e û wiha axivî: "Ji bo xeletiyên raboriyê bên sererastkirin, sîstemeke hêztir bê avakirin û planeke reformê ya cidî bê kirin, wek zêrê zer biqîmet e."
Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdarî konferansa "Plana reforma aboriya 3 salî ya ku hedefa wê ew e ku kesên debara wan kêm e biparêze û aboriyê xurt bike" bû.
Barzanî behsa qeyrana li Kurdistanê kir û wiha axivî: "Em vê rewşê qebûl dikin, lê divê neyê jibîrkirin ku ev rewş ji bo me zêrê zer e. Mezinên me dibêjin 'Derba ku te nakuje, te xurttir dike', em jî niha di nav rewşeke wiha de ne. Qeyranan hêza me kêm kir, lê em nekuştin. Ew ê me bêtir xurt bike. Di her şaxa civakê de ji bo ku reform bên kirin û sîstemeke xurt bê avakirin, ji bo hikûmet û gel wek zêrê zer biqîmet e."
- "Kartên me yên xurt hene"
Barzanî got ku ji bo qeyran ji holê rabe, di destê herêma Kurdistanê de kartên xurt hene û wiha dewam kir: "Neft, xaza sirûştî, eraziyên ji bo çandiniyê, rêya çûyîn û hatinê ya bazirganiyê, herêmeke nifûsa wê ciwan û hikûmeteke dixwaze reforman bike hemû kartên xurt in. Heke ev derfet baş bên bikaranîn aboriyeke xurt û biîstiqrar dikare çêbibe. Her çiqas ev plan û sîstem xurt dibe bila bibe jî, dikare têk biçe. Rêxistina terorê DAEŞ û tekoşîna li hember wê û tesîra wê, rageşiyên siyasî, pirsgirêkên aboriyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî ya Kurdistanê dibe ku tesîrê li ser vê planê bike. Lê li hember hemû van tehdîdan bi alîkariya Bankaya Dinyayê û piştgiriya wê, îradeya hikûmeta Kurdistanê û daxwaza reformê wê vê planê bike rewacê."
Wezîrê Plankirin û Îmarê yê HKIyê Elî Sindî jî got ku ev plana 3 salî, ya reformê ji sê beşan pêk tê û wiha axivî: "Ev plana reformê li gor 45 raporên zanistî û yên lêkolînê hatin amadekirin. Di navbera Bankaya Dinyayê û Wezareta Plankirin û Îmarê ya Kurdistanê de di 10ê adara 2013an de pêymanek hat îmzekirin ku ew ji hêla teknîkê ve di qada aboriyê de alikariyê bikin."
Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizayî, Serokê HKIyê Mesûd Barzanî, rayedarên Bankaya Dinyayê, gelek serkonsolos û nûnerên welatan jî beşdarî konferansê bûn.