Rayederê polêsa herêmî Adan Leon got ku bûyer li Fundaciona 750 kîlometro bakurê Bogotayê qewimî, em texmîn dikin ku di otobêsê de piraniya wan di bin 14 salan de bi tevahî 50 kes hene.
Polêsê rayedar got ku der barê bûyerê de agahiyên hûrgilî nizanin û hat ragihandin ku dê Serokê Dewletê Jaon Manuel jî ji bo lêkolînê biçe herêmê.
Hat diyarkirin ku lêkolînên der barê şewata otobêsê de berdewam dikin, rayedarên herêmî destnîşan dikin ku kapasiteya otobêsê ya rêwiyan 38 kes e.