Haydar Şahin
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
MOSKOVA
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdilezîzê ku Rûsya ziyaret kir hate Moskovayê.
Teyareya ku Qral Selman bîn Ebdilezîz û heyeta pê ra anî Rûsyayê danî Balafirgeha Vnukovoyê.
Dîmîtriy Rogozînê Alîkarê Serokê Dewleta Rûsyayê û Mîhaîl Bogdanovê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê li Qral Selmanê ku hate balafiregehê pêşwazî kirin.
Di demeke ku qirîza li Sûriyeyê û lihevnekirinên li ser bernameya nukleerê ya Îranê didomin da ev ziyareta hat kirin û ev cara ewil e ku qralekî Siûdî bi fermî Rûsyayê ziyaret dike.
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov demekê berê di daxuyaniya xwe da gotibû biryar dan ku piştgiriyê bidin hewle Erebistana Siûdî ya ji bo pêvajoya komkirina komên mixalifên li Sûriyeyê.
Erebistana Siûdî pîlan dike ku sala pêşiya me Aramcoya Siûdî ya saziya petrolê ya herî mezin erzî gel bike û Îgor Seçînê Rêveberê Payebilind ê Rosnefta saziya petrolê ya herî mezin a Rûsyayê jî diyar kiribû ku dixwazin di erzkirinê da cî bigrin.
Wek mayîn herdu welat jî di xebatên navbera OPEC û welatên tevlî OPECê nînin da ji bo ahenga bihayê petrolê bi hev ra dixebitin.