Abdullah Tel
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 24 Hezîran 2017
XEZE
Îsmaîl Ridwanê ku ji serokên Hamasê yek e got: "Dagirkirina Îsraîlê, ji bo Qudsê, pêşeroja me û mirovahiyê taluke ye. Quds bi talukeyeke li ber çavan ra rû bi rû ye, wê dikin warê cihûyan û nasnameya wê ya Îslamî tê guhertin."
Ji ber Roja Qudsê ya Dinyayê Kongreya Piştgiriya Întifadaya Filistînê ya Navneteweyî li Xezeyê konferansek li dar xist.
Rêvebirên tevgera Cîhada Îslamî û Hamasê û hin rojnameger û nivîskarên filistînî beşdarî konferansa li otêleke bajêr bi hevkariya Îran û Xezeyê hat kirin bûn û piştî konferansê jî fitar hat dayîn.
Ji serokên Hamasê Ridwan diyar kir ku ew ji bo piştgiriya liberxwedana Qudsê bikin hatin bal hev û got ku têkoşîna Qudsê ya bi Îsraîlê ra ji bingeh û pirsgirêka sereke ya umetê ye û wiha pê da çû: "Dagirkirina Îsraîlê, ji bo Qudsê, pêşeroja me û mirovahiyê taluke ye. Quds bi talukeyeke li ber çavan ra rû bi rû ye, wê dikin warê cihûyan nasnameya wê ya Îslamî tê guhertin."