07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
BEXDA
Serokê Tevgera Sadr ya li Iraqê Mukteda es-Sadr bang li piştgirên xwe kir got: "Li paytext Bexdayê sibê bi daxwaza guhertina endamên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, xwepêşandanek li dar bixin."
Di daxuyaniya nivîskî ya komîteyê ya hevpar a girêdayî Tevgera Sadr da wiha hat gotin: "Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, ji Iraqa birîndar re deriyên bela û keresatan vekir. Di vê astê de hedefa me ew e ku em ji bo guhertina endam û zagona Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind bangewaziyê bikin."
Herwiha di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ji bo bicihanîna daxwazan me bang kir ku ewil li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê sibê xwepêşandanek bê lidarxistin, piştî vê ewê gavên ku hewce dikin bên avêtin. Lê der barê gavên divê bên avêtin de tu agahî nehatin parvekirin.
Serokê Şiî Sadr di daxuyaniyên berê de wiha îddia kiribû, "Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ji aliyê Serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî ve bi alîgirên Partiya Dozê ya desthilatdar hatiye tijîkirin, ji ber vê yekê ne mimkune mirov behsa bêalîbûna saziyê bike."