24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
XÛTEYA ROJHILAT/ANKARA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûriyeyê daxuyand ji 29ê çileya pêşîn vir va li herêma Xûteya Rojhilat di êrîşên rejima Esed de jê 53 zarok, 219 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiya tîmên Parastina Sivîl a li ser medyaya civakî li herêma Xûteya Rojhilat di nav 27 rojan de di êrîşên bejayî û esmanî de jê 53 zarok, 219 sivîl hatin kuştin.
Ji hêla din Beyt Sava, Merc, Arbîn û Kefer Batnaya herêmên Xûteya Rojhilat îro jî hêzên rejimê bi roket û topan ve êrîş kirin.
- Par hezar û 337 sivîl hatibûn kuştin
Di rapora salane a Parastina Sivîl de jî hat gotin di sala 2017yan de li Xûteya Rojhilat di êrîşan de jê 12 xebatkarên parastina sivîl hezar û 337 sivîl hatibûn kuştin.
Li herêma Xûteya Rojhilat 400 hezar sivîl dijîn. Di nav 9 mehên dawîn de rejimê dorpêçiya xwe zêde kir.