Fatih Gazioğlu
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Karwanê alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber ku êrişên rejima Beşar Esed dewam dikin, nikaribû bikeve Xûteya Rojhilat û ji ber vê vegeriya.
Li gor agahiya ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê wergirtin, karwanê alîkariyê yê ku ji 46 wesayitan pêk tê gihîşt ber ciyê kontrolê. 37 wesayitên di nav konvoyê de barê xwe danîn lêbelê 9 wesayitan ji ber telîmatê rejima nekarî derbas bibin û vegeriyan.
Endamê Meclisa Dûmayê ya Herêmî Beyan Reyhan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Lijneya Neteweyên Yekbûyî ji saet 18.00an wê ve ku ji herêmê derketin ji aliyê rejîma va hatin hişyar kirin. Saet 19.00an piştî telîmatê ji herêmê derketin. Tu agahî jî nedan me. 9 wesayitan hê barê xwe nedanîbûn ji wir vekişiyan."
Li gorî daxuyaniya Ofîsa NYê ya li Cenevreyê, rejimê nehiştiye gelek ji melzemeyên tibbî yên giring têkevin herêmê.
Dîrektorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Geert Cappelaere, di daxuyaniya xwe ya roja îniyê de destnîşan kiribû ku bi mebesta sewqiyata karwanê ku melzemeyên tibbî û xurek ji bo 180 hezar sivîlên li herêma Xûteya Rojhilat bar kirine, destûr ji rejima Esed sitendine. Dîrektorê UNICEFê bal kişandibû ser wê yekê ku tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariya NYê, rejim êrişên xwe didomîne û herwiha anîbû ziman ku hêvîdar in alîkariyê bigihînin herêmê.
Rejim û alîgirên wê, bi piştevaniya esmanî ya Rûsyayê pêr herêm dabeş kiribûn û bi mebesta kontrola giştî dest bi operasyonê kiribûn.