Türkan Tosun
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Rewşa du Filistîniyên ji ber pergala girtina îdarî ya li girtîgehên Îsraîlê 50 roj in ketine greva birçîbûnê her ku diçe xirabtir dibe.
Cemiyeta Dîlên Filistînî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got rewşa Ude el-Hurub û Hesen el-Uyuy ên 50 roj berê ji ber pergala girtina îdarî ya li girtîgehên Îsraîlê dest bi greva birçîbûnê kirin xeternak e.
Cemiyetê got hêzên Îsraîlê ji bo îradeya Filistîniyên ketine greva birçîbûnê têk bibin, ezîyetê li wan dikin û dema girtîbûna wan dirêj dikin.
Ude el-Hurub (32) ê ji bajarê El Xelîlê di çileya pêşîn da, Hesen el-Uyuy (35) jî di çileya paşîn da hatibûn girtin û ji wir pê va di girtîgehên Îsraîlê da ne.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.