Önder Beyter
03 Tebax 2020•Rojanekirin: 04 Tebax 2020
Di nûçeya rojnameya Le Monde ya bi sernavê "Sed sal şûnda tola Erdogan a ji Peymana Sevrê" da hat destnîşankirin, ji bo ku li Afrîkaya Bakur û Behra Spî lîstika stratejîk biguherînin, pêwistîya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Libyayê Fayiz Serac bi ciyekî dîrokî û bidebdebe heye ku peymaneke mezin îmze bikin.
Di nûçeyê da hat diyarkirin ku ji bo vê yekê, Qesra Dolmabahçeyê ciyekî mukemel e û lewma jî Erdogan û Serac di navbera mijdara 2019an û sibata 2020î da li ser peymanê çar caran hatin cem hev.
Di nûçeyê da hat bibîrxistin ku Erdogan piştî hevdîtina duyemîn a ligel Serac a li Qesra Dolmabahçeyê ya 16ê Berfanbara 2019an daxuyand, "Bi xêra vê peymana eskerî û vejenê me Peymana Sevrê xirab kir" û her wiha ew şîrove hat kirin ku Erdogan wisa difikire ku wî tola Peyama Sevrê sitand.
Di nûçeyê da her wisa hat balkişandin ku YE û Amerîka li Sûriyeyê ji bo têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê, piştgiriyê didin rêxistina terorê YPG/PKKyê.
Di nûçeyê da hat gotin ku piştî hewildana derbeya 15ê Tîrmehê, Tirkiyeyê li ser sînorê xwe yê Sûriyeyê li dijî rêxistina terorê PKKyê têkoşîneke mezin da destpêkirin û wiha hat gotin, "Di çavê Erdogan û çavê hevalbendên wî yên rastgirên tundrev ên piştî hewildana derbeya têkçûyî da mesele ew e ku xwe ji çala Peymana Sevrê ya nû dûr bigirin."