Kasım İleri
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Tuxgeneral Patrîck Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane da bersiva pirsên der barê firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê da.
Ryder pirsa der barê biryarû ji bo pêşlêkolînê bişîne Kongreyê ê firotineke muhtemel di têkiliyên eskerî yên herdu welatan da çiqas giring e bersivand û behs kir ku biryar ji bo nirxandinê li ber Kongreyê ye.
Ryder got ku "Dema gotin tê ser têkiliya dualî ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da me her dem got ku Tirkiye hevkar û mitefîqekî giring e. Lewra ji bo ku vê peywendiyê bi serokên Tirkiyeyê ra xurt bikin û pêbawer bin ku hewcehiyên me yên parastinê yên dualî dane ber çav em ê xebata xwe ya ji nêz va bidomînin."
Ryder li ser pirsa di navbera pesendkirina firotina F-16an a Tirkiyeyê û firotina balafirên F-35an a Yunanistanê da têkilî heye yan na da ragihand ku ev mijar ji hev serbixwe ne û peywendiyên Amerîkayê bi herdu welatan ra jî heye.
Xistin bîra Ryder ku li Kongreyê hin endam dijî firotina F-16ên ji bo Tirkiyeyê ne û hat pirsîn ka Pentagonê pêşniyaz li kongreyê kir yan na û got ku "Ev tiştekî wisa ye ku dê Kongre biryarê bide. Ez ji vir nikarim ji wan ra bibêjim ka dê çi bikin. Dubare wekî ku min got Tirkiye û Amerîka îtifaqekî parve dikin û Tirkiye ne tenê li herêmê li dinyayê jî hevkarekî giring e."