18 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
HEWLÊR
Nûnerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Hereketa Goranê duh li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê bi merasimeke fermî va peymaneke siyasî ya ku beriya peymanê li ser hev kiribûn û ji 11 beş, 25 xalan pêk tê, mohr kir.
Serokê Hereketa Goranê Noşirwan Mistefa di merasima mohrê da axivî û got: "Peyman wê ji bo gelek qrîzên herêmê bibe çareserî."
Endamê Polîtburoya YNKê Sadî Ahmed Pîre jî got ku peyman ji sala 2012an pê va di rojevê da ye, lê ji ber ku Celal Talabaniyê serokê wan nişka va nexweş ket, peyman 4 salan di cî da ma. Pîre diyar kir, ev peymana siyasî li dijî tu kesî tu aliyan nehatiye çêkirin û ev peyman wê digel qrîza Iraq û herêma Kurdistanê yekîtiya kurdan xurttir bike.
Di meclisa herêma Kurdistanê da 18 parlementerên YNKê hene û YNK di heman demê da ji 2007an vir va şirîkê stratejîk ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Lêbelê ji ber ku şirîkatî îsal fiîlî kuta dibe, her du aliyan şirîkatî anîbû rojevê ku ber çav ra were derbaskirin.
Hereketa Goranê jî li herêmê serkêşiya mixalefetê dike û di meclisê da 24 parlementerên wê hene, lê di navbera Goran û PDKê da rageşî heye. Li Silêmaniyê agir berdan avahiyên partiyê, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. PDK ji ber van yekan berpirsê bê îstiqrariya siyasî Goranê dide nîşan.
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Sosyolojiyê ya Zankoya Selahaddînê û Çavdêrê Siyasî Murad Hekîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ku YNK û Goran heta niha li heman herêmê di nav keşmekeşiyeke siyasî da bûn û her du aliyan jî zirar dît, lê PDK jî ji vê rewşê mifadar û xurt bû. Li gor Hekîm her du partî bi xwe hesiyan û bingeha peymana siyasî çêbû.
Hekîm got ku her du partî jî li hember PDKê zeîf in û wiha dewam kir: "Goranê çalakiyên xwe yên ku plan kiribûn, nekarî çêbikin. YNK jî di tunebûna Talabanî da ji qrîzên navxwe nefilitîn. Ji çalakiyên ku li dijî PDKê hatin organîzekirin tu encam derneket û berevajiyê vê yekê pozîsyona Mesûd Barzanî ya navneteweyî xurt bû."
Hekîm got, “Barzanî bêyî guh bide kêşmekêşên navxweyî ji bo guhertina çarenivîsa herêmê gavan diavêje ev yek jî dibe ku herdu alî ber bi paş va biçin. YNK xwe weke partiyeke nûxwaz pêşverû pênase dike. Goran jî bi xwendina druşmên lîberalî daxwaza encamdana çaksaziyan dike. Ev herdu partî ketin wê ferqê ku ji wan gavên ku Barzanî ji bo referanduma serbixwebûnê û çaksaziyên nav hikûmetê avêtine, gelekî paş da mane. Baş dizanin ku ew gavên Barzanê çêbibin wê ew ji aliyê siyasî da paş da bimînin. Bi rastî jî herdu partî naxwazin ji hêzdariya li Herêma Kurdistanê paşda bimînin. Bi mebesta ku di referanduma serbixwebûnê û mijarên din da bibin hevkarên hêzdar yên PDKê ev gav avêtin.”
“Goran di dijayetiya PDKê da berdewam e”
Serokê Enstituya Lêkolîn û Geşedepêdanê li Kurdistanê Sero Qadir anî ziman ku ji bo axaftina der barê vê peymanê hê zû ye, heta destpêk neyê kirin gelek kes bi guman lê dinerin.
Qadir bal kişand ser rageşiya navbera PDK û Goranê û wiha axivî, “Noşîrwan Mistefa berî nuha nêzîka 7 mehan bêyî ku der barê vê mijarê da biaxive, bi mebesta tedawiyê çû Birîtanyayê. Piştî ku vegeriya dîsa bêyî ku der barê mijarê da daxuyaniyekê bide binê vê fermanê îmza kir. Heger ji aliyê siyasî va em li vê mijarê binihêrin derdikeve holê ku Rêkxerê Bizutneweya Goranê Noşirwan Mistefa di dijayetiya PDKê da berdewam e.”
Qadir anî ziman ku herdu partiyên siyasî ji bo berjewendiya xwe ev peyman îmza kirine û wiha pêda çû, “Heger ev peyman bi mebesta avakirina eniyekê be wê encamê wê yî gelekî xirab derkevin. Wê ev yek bibe sedema marjînalbûna Goranê û bike ku YNK bikeve rewşeke xirab.”
Sero Qadir herwiha got, “Îran dizaynerê serekî yê bîrokeya avakirina eniyekê ye dijî Barzanî, bi taybet ew rayedarên Îranî ku diaxivin dibêjin ku Mesûd Barzanî, hewl dide dewleteke mîna Îsraîlê ava bike ku dijminatiya me bike. Wezîrê Karûbarê Derva yê Îranê Cewad Zerîf di kanalekê da gotibû ‘eger tiştekî wiha biqewime, axiriya zemên e’, ev jî diyar dike ku dixwazin serê Barzanî meşxûl bikin.”
"Rêkeftinê krîzan çareser neke"
Ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Selaheddînê Evdilkerîm Hesro da bibîrxistin ku YNK û Goranê berê jî seba guhertina yasaya hilbijartina serokatiyê li parlementoyê bi hevra tevgeriyabûn, lê encamek wernegirtibûn û îdia kir ku di çareserkirina krîza siyasî ya herêmê da tu bandoreke rêkeftinê dê çênebe.
Hesro wiha xeberda, "PDKyê seba çareserkirina krîza siyasî beriya niha helwesta xwe eşkere kiribû. Ev peyman dê bi tu awayî li ser kêşeya serokatiyê û aktîfkirina parlementoyê bandora xwe tunebe. Ji ber ku di rêkeftina herdu partiyan da helwest û tifaqeke bereksê nêrînên PDKyê heye. PDKyê berê jî daxuyandibû ku di mijara çareserkirina krîzê da ewê bi tu awayî tawîzan nedin. Ji ber hindê nayê texmînkirin ku di rojên pêşiya me da geşedaneke cidî biqewime."
Hat destnîşankirin ku YNK û Goran li Silêmanî û herêma Soran, PDK jî li Hewlêr û herêma Behdînan ku di xwe da Duhokê jî dihewîne bihêz in.