QAHIRE
Li gor agahiyan Serokwezîrê Misrê yê berwext Hazim el-Bîblawî rêxistina Îxwanê Mislimîn wek rêxistina teror îlan kir.
Li gor MENAya ajansa nûçeyan ya dewleta Misrê, piştî teqîna li Deqhaliyyeyê a ku tê de 14 kes miribûn û 96 kes jî birîndar bibûn serokwezîrê berwext Hazim el-Bîblawî Rêxistina Îxwanê Mislimîn wek rêxistina teror îlan kir.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku berdevkê Lijneya Wezîrên Misrê û Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokwezîr Şerîf Şewqî got: "Piştî ku Îxwanê xwîn rijand û ewlehiya Misrê tehdît kir û rûyê xwe yê xirab nîşan da Bîblawî ev biryar da."